3 leşkerên Tirkiyê di operasyonê de hatin kuştin

.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona “Pence-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona “Pence-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê li devera operasyona Pençe Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de, leşkerên Artêşa Tirkiyê yên bi navên Duabey Onur Ozturkmen û Îsmaîl Unal û Mustafa Yildiz hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?