3 karker ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin girtin

.

Li bajarê Balikesîrê 3 karkerên avahîsaziyê  ji ber guhdarîkirina muzîkên Kurdî bi hinceta “propagandeya rêxistinê” û “dijîderketina polîs” hatin girtin.

Duh parkeke navçeya Alitieylulê ya Balikesîrê dema karkerên Kurd ên bi navê Ozgur Îpek, Mehmet Argin û Cemal Guzel guh didan stranên Kurdî, polîsan bi hinceta "derdor ji we bi gazin in" nasnameyên wan kontrol kirin.

Li gorî MAyê karkeran gotiye u ew tenê stranan guhdar dikin û wan nexwestiye nasnameyên xwe bidin polîsan.

Li gorî nûçeyê li ser vê yekê polîsan li wan xist û ew desteser kirin. 

Kadîr Guzel ku birayê yek ji wan karkeran e derbarê bûyerê de axiviye  û got birayê wî Cemal Guzel û hevalên wî rastî êrişa polîsan û hinek kesên li parkê jî  hatine.

Kar îro piştî îfadeya li rêveberiya polîsan sewqî Edliyeya Balikesîrê hatin kirin.

Her sê karker bi sûcê "propagandaya rêxistinê" û "rabûna li ber polîsan" hatin tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê  her sê karker bi heman hincetê hatin girtin.

Kurdistan Haberleri

Perde li ser pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hate hildan
Duyemîm mamosta bi hêceta starndina sirûdek Kurdî ji kar hate derxistin
Rojhilata Navîn di qonaxeke nû de ye: Veguherînên mezin li ber derî ne
Şam û Tel Avîv nêzî rêkeftinê ne: Hêzên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê li Çiyayê Şêx belav dibin
DEM Partî xwedî li ‘Cejna Komarê’ derket: ‘Komar a her kesî ye’