2emîn Festîvala Fîlman a Zagrosê dest pê kir

Berpirsê Festîvalê Sîmon Silêmanî destnîşan kir û got: "Festîval sînoran bêwate dike û hemû Kurdên cîhanê û her kesên ku bi çanda Kurdî re eleqedar dibin, digihîne hev."

Festîvala Fîlman a Zagrosê ku navê xwe li çiyayên Zagrosê girtiye, wê di tevahiya meha Sibatê de 20 fîlman bibelaşî pêşkêşî temaşevanan bike.

Festîvalê di 1ê Sibatê de dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên ku bi zaravayên cuda yên kurdî hatine kişandin hene. Hemû fîlm dê bi jêrnivîsa Îngilîzî bên nîşandan.

Di festîvalê de bi mebesta ku di cîhana sînemayê de zêdetir derkevin pêş, qadekî taybet ji bo derhênerên jin hatiye vekirin.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera festîvalê hatiye weşandin, berpirsê festîvalê Sîmon Silêmanî gotiye ku ev festîval weke yekemîn festîvala fîlmên kurdî ya online e û her weha derfeteke bêhempa ye ji bo pêşkêşkirina mîrata çandî ya dewlemend û cihêreng a Kurdistanê û hêza sînemayê ji bo temaşevanên cîhanî.

Her weha Silêmanî gotiye, "Festîval sînoran bêwate dike û hemû Kurdên cîhanê û her kesên ku bi çanda Kurdî re eleqedar dibin, digihîne hev."

Ji bo bernameya festîvalê û fîlman bitikîne.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin