24 salî bû hat girtin: Piştî 32 salan hat berdan

.

Yaşar Kirmiziyê ku ji sala 1992yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Yaşar Kirmizi, di 24 saliya xwe de hat girtin û di 56 saliya xwe de hat berdan.

Kirmizi, 28ê Çiriya Pêşîna sala 1992yan li Rihayê hat desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparçeyiya welêt” cezayê girtîgehê yê heta hetayî lê birî.

Kirmizi, di pêvajoya 32 salan de li girtîgehên Amed, Dîlok, Bolu û Xarpêtê ma.

Li gorî nûçeya MAyê, girtiyê Kurd Kirmizi, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li pêşiya girtîgehê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.

Yaşar Kirmizi tevî malbata xwe derbasî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle