2 şervanên HSDê li kampa Holê hatin kuştin

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radgihîne, 2 şervanên wan li kampa Holê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand, roja Pêncşema borî 7 endamên şaneyên DAIŞê ku cilên jinan li xwe kiribûn hewl didan ji kampa Holê birevin, di navbera wan û hêzeke HSD û Asayişê de pevçûneke çekdarî rû da.

Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir jî, di encamê de endamekî DAIŞê hat kuştin û 6 endamên hatin desteserkirin. Her wiha 2 şervanên HSDê jî hatin kuştin.

Ev yek di demekê de ye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi HSDê qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin û heta niha zêdetir ji 100 endamên şaneyên DAIŞê hatine desteserkirin.

Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin, di nava wan de 14 jin û 2 zarok hebûn.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin.

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in