2 jinên Swêdî bo lêkolîna li ser çûkan berê xwe dane Bakurê Kurdistanê

.

Ebba Adolfsson û Julia Hagstrom yên ji Swêdî ji bo lêkolîna li ser çûkan berê we dane Îdir a Bakurê Kurdistanê.

Ebba Adolfsson welatiya Swêdê ya 21 salî ji bo lêkolîna li ser çûkan berê we daye kêlaka Çemê Arasê ya li parêzgeha Îdir a Bakurê Kurdistanê. Ebba çûkên ku ketine torê yek bi yek digire wan dixe tûrikan.  Armanc ji vî karî çavdêrî û lêkolîna derbarê çûkên cor bi cor in ku bo koça xwe ya ji parzemînên Asya, Ewropa û Afrikayê Îdirê bikartînin.

Ebba Adolfsson behsa hatina xwe kir û got, “Ez bi pêşniyara hevala xwe hatim vê derê. Derbarê Arasê de pêşbiniyeke min a baş hebû û dîtin û çavdêrîkina çûkên corbicor û rengîn gelek xweş e. Ez destpêka Nîsanê hatim vê derê û ez dê dawiya Hezîranê vegerim welatê xwe lê ji ber ku min gelek jê hez kir ez dê di Îlonê de careke din vegerim.”

Li wêstgeha xefikkirinê û bihişta çûkan a Arasê ye û navenda lêkolîna çûkan çendîn lêkoler û xwezahezên xwebexş bi hevbeşî di vê navendê de lêkolînan li ser çûkan dikin. Li vê derê cor, qam û çendîn taybetmendiyên çûkên ku hatine girtin tên destnîşankirin û piştre tên berdan.

Julia Hagstrom jî hevala Ebbayê ye û ew jî ji Swêdê bo lêkolînên li ser çûkan hatiye vê navendê.

Lêkolîner Julia Hagstrom anî ziman, “Min ji hinek hevalên xwe bihîst li Swêdê , li ser cûdahiya ku li vir heye û xelkê vir baş in, payîza borî min û hevala xwe ku em niha bi hev re ne me gotûbêj kir ku em bikaribin vê demsalê bên vir."

Wêstgeh di sala 2006an de hatiye damezrandin. Di sala 2021an 3 hezar û 500 çûkên ji 68 corên cuda li vê navendê hatine xefikkirin. Ji sala ku hatiye damezrandin û heta niha jî zêdeyî 200 cor çûk li vê navendê hatine dîtin û bi giştî lêkolîn li ser zêdeyî 105 hezar çûkan de hatine kirin.

Çavkanî / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive