2 ji 5 taxên herî qerebalix li Amedê ne

.

Li gorî amarên TUIKê, taxa herî qerebalix a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê taxa Bagcilarê ya navçeya Rezana Amedê ye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên xwe yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, taxa Bagcilara Amedê taxa herî qerebalix e û 151 hezar û 459 kes lê dijîn.

Bagcilar bi piraniya şêniyên xwe ji bajarên Bayburt, Dêrsim, Erdexan, Gumuşhane û 804 navçeyan qerebalixtir e.

Ji 5 taxên herî qerebalix, 2 jê yên Amedê ne

3 taxên herî qerebalix ên Tirkiyeyê li Stenbolê û 2 jê jî li Ameda Bakurê Kurdistanê ne.

Taxa herî mezin a duyemîn jî taxa Adnanê ya navçeya Beylikduzuya Stenbolê ye ku 110 hezar û 619 kes lê dijîn.

Taxa sêyemîn jî, taxa Kayabaşiyê ya navçeya Başakşehîrê ye û li wir jî 108 hezar û 455 kes dijîn.

Taxa çaremîn taxa Atakentê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ye ku 102 hezar û 743 kes lê dimînin.

Taxa 5emîn a herî mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî taxa Firatê ya Peyasa Amedê ye ku 91 hezar û 279 kes lê dijîn.

Herwiha hat ragihandin ku ji 20 taxên herî qerebalix, 16 jê li Stenbolê ne.

Taxa Mevlanayê ya navçeya Talasa Kayseriyê, taxa Karapurçeka navçeya Altindagê ya Enqereyê jî di nava 20 taxên qerebalix de cih girtin.

Kurdistan Haberleri

Mark Savaya tekez li ser kontrolkirina komên çekdar kir
Koçberên ji Serê Kaniyê hişyariyê didin: 'Zivistaneke dijwar li pêşiya me ye'
Tom Barrack: HSD û Şam gelekî nêzikî rêkeftinê ne
Îro 10 sal di ser weşana Kanala Kurdistan24ê re derbas dibin
Nêçîrvan Barzanî: “Gihîştandina mirovan veberhênana herî baş e.”