1’emîn salvegera damezrandina PWK (Partîya Welatparêzên Kurdîstanê)

.

Alan Amedî

DEN-HAG/LAHEY- Îlon 2024, 1’emîn salvegera damezrandina PWK (Partîya Welatparêzên Kurdîstanê) bu.

Bi vê mebestê ji bo danasîna PWK, semînerek hatibû li darxistin.

Ez jî wekî dost u piştgirê van kar û xebatên jibo serkeftina miletê Kurd, tevlî vê semînerê bûm.

Ez bi hêsanî dikarim bêjim ku atmosfera salonê gelek pozitif bû. Hêvîyên beşdaran di nêrîn û awirên wan de xweyabûn.

Axaftina perpirsên PWK’ê, her çiqas bi danasîna partîyê bi sînor be jî, li ser hinek babetan mesajên balkêş û gring pêşkêşê beşdaran kirin.

Wekî:

-Gringîya dialog u tifaka hêzên dewletxwaz.

– Jibo Bakurê Kurdîstanê, bikaranına herdu zaravayên Kurdî (Kurmancî/Dimilî)

(ku seminer bi herdu zaravayên Kurdî-Kurmancî/Dimilî pêk hat) pirr gring dinirxînim. Ev helwest u nêrînek nuh u vîzyonel xweya dike..

-Ev 100 sal e ji hev parçebûna Kurdîstanê weki réalité, cudahîyên xwe ên taybet peyda kirîye.

Bi guherīna dînamîkên civakê û têkilîyên bi sistema dewletên dagîrker re jî bikaranîna politika û sîyasetên taybet û cuda lazim e.

Bi vê mebestê, her parçeyek Kurdîstanê taybetmendîyên xwe heye. Her parçeyek xwedî erk û mafê ku pêşeroja xwe, ligor şert û mercên parçeyê xwe tayîn bike. Mafê tu parçeyek tune ku xwe tevli kar û barên parçeyek din bike. Û ne réalist e jî.

-Têkilî u hevkarîyên biratîyê ên nav parçeyên Kurdîstanê jî, jibo PWKê, weki sîyaset û seknek stratejik hat binavkirin..

Ev jî nêrînek nuh e ku rê li ber hevkarî û tifaka hêzên dewletxwaz hêsan dike.

Jibo PWK’ê serkeftin û serfirazî dixwazim..

Alan Amedi

20- 09-2024 Bxl.

-https://www.facebook.com/story.php?story_fbid=1914747752359196&id=100014719697025&rdid=6ODtV3Xxf25eto50

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin