1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên Kurdistanê û cîhanê piroz be

.

"1 Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye.

Qeyrana aborî û şerê ku li Kurdistanê berdewam e, piştî kareseta corona vîrusê li Kurdistanê û li Tirkîyeyê rewşa aborîya bi milyonan karker û kedkaran xerabtir kirîye, hejarî zêdetir bûye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî, bêkarîyê ne, rû bi rûyî şerden gelek xerab ê aborîyê û jîyanê ne.

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşina jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bimeşînin.

PAK, bi şîara ‘’Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, jibo Kurdistaneke azad û serbixwe ya ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin."

1ê Gulana 2022yê

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû