19 sal di ser kiryarên terorîstî yên 1ê Sibatê re derbas bûn

.

Îro 19 sal di ser karesata 1ê Sibatê re derbas dibin ku terorîstan bi rêya du kiryarên xwekujiyê li Hewlêrê, Liqa 2 ya PDK û Melbenda 3 ya YNKê kirin armanc û di encamê de 103 kes şehîd bûn.

Weke tê zanîn, di 1ê Sibata 2004an de roja Cejna Qurbanê, terorîstan 2 teqînên xwekujiyê li Liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û li Melbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) encam dan.

Hat zanîn ku 2 endamên rêxistina El Qaîdeyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 103 serkirde û Pêşmergeyan şehîd bûbûn, herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bûbûn.

Dema êrîşê li her du baregahên serkirdeyên siyasî bi minasebeta Cejna Qurbanê cejna gel pîroz dikirin.

Herwiha li parka Samî Ebdurehman ku ew bi xwe jî şehîd bûbû peykerek, momentek hatiye çêkirin û navê 103 şehîdan lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bibîranîn.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan a Herêma Kurdistanê di 19emîn salvegera kiryarên xwekujiya 1ê Sibatê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, xwîna şehîdan û qurbaniyên karesatê bûye havênê bihêzkirina ruhê pêkvejiyan û serweriya Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye