162 proje li parêzgeha Hewlêrê tên cibicîkirin

.

162 proje li parêzgeha Hewlêrê bi 91 milyar û 277 milyon Dînar tên cibicîkirin. 

Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir, îsal li ser budceya geşkirina parêzgehan, 162 proje li parêzgeha Hewlêrê bi 91 milyar û 277 milyon Dînar tên cibicîkirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di çarçoveya giringîpêdana hikûmet û wezaretan û bi taybet Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, budceyeke baş û mezin ji bo parêzgehan hatiye terxankirin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke ji welatiyan re.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir jî, ew budce li gorî hejmara rûniştvanên her parêzgehekê hatiye destnîşankirin.

Derbarê projeyên îsal ên li parêzgeha Hewlêrê de, Omêd Xoşnaw got: Îsal 162 projeyên xizmetguzariyê bi 91 milyar û 277 milyon Dînar tên cibicîkirin.

Diyar kir jî, hin ji wan 128 projeyan nû ne û 34 proje jî yên salên borî ne ku hatibûn temamkirin û niha dê werin temamkirin.

Destnîşan kir jî, ji % 63 a projeyan, ji bo nûjenkirin û qîrkirina rêyan e û ew ê din jî ji bo projeyên av, kanalîzasyon , tenduristî , perwerde û projeyên din e.

Parêzgarê Hewlêrê got jî, çend projeyên din ên stratejîk tê cibicîkirin, wek dusaîda riya Federal li Koyê ku zêdetir ji 6 milyar Dînar jê re hatiye terxankirin û di demeke nêzîk de dikeve warê cibicîkirinê. Her wiha di demeke nêzîk de jî dest bi projeya stratejîk a riya qezaya Xebatê tê kirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt