150 malbatên DAIŞî yên kempa Holê di Şingalê re derbazî Mûsilê tên kirin

.

 Endamê Civata Nûnerên Îraqê Mehma Xelîl radigehîne, “Wezareta Koç Koçberan a Federalî di rojên bê de 150 malbatên DAIŞî yên kempa Holê di Şingalê re derbaz dike û vediguhêze Mûsilê.”

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Mehma Xelîl îro (Yekşem, 26.01.2025) eşkere kir, “Wezareta Koç Koçberan a Federalî di rojên bê de 150 malbatên DAIŞî yên kempa Holê ji Sûriyeyê vediguhêze kempa Cedheyê li Mûsilê, lê di Şingalê re derbazî Mûsilê dike.”

Mehma Xelîl tekez jî kir, “Derbazbûna wan malbatan di Şingalê re, ku dest di komkujiyên Êzidiyan de hebû, birîndarkirina hesta me ye.” Herwesa got, “Ew malbatên Wezareta Koçberan çavdêriya wan dike wekî bombeyeke danayî ne û her demekê ihtîmal heye biteqin.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Wezareta Koçberan bi wê helwesta xwe tawanbaran xelat dike û qurbaniyan û malbatên wan li Şingalê û Spaykerê û cihên din siza dide.”

Wî Endamê Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Ez wekî endamekî Civata Nûnerên Îraqê ji Wezîrê Koç û Koçberan û Hikûmeta Îraqê dipirsim, gelo veguhastina malbatên endamên DAIŞê rêkarên asayî ne an givaştinên navdewletî.”

 (K24)

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire