150 barhelgir teqemenî gihaşd Qamişlo!

Piştî gef xwarinên Tirkiyê yên li ser rojhilatê Firatê, hêzên hevpeymanên navnetewî 150 barhelgir tejî li teqemenî gehandin rojavayê Kurdistanê.

Li gor agahiyan, 150 heta 200 barhelgirên tejî li çek û teqemenî û wesayîtên leşkerî yên hevpeymanan geheştiye bajarê Qamişlo ya rojavayê Kurdistanê.

Roja 04.08.2019ê Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, gef xwarin ku dê hêzên leşkeri bibe ser rojhilatê Firatê ya Rojavayê Kurdistanê, ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku baskê siyasî yê PKKê ye li rojavayê Kurdistanê birêve dibe.

Piştî gefên Erdogan, berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus nîgeraniyên welatê xwe yên derbarê gefên Tirkiyê de nîşan da û ragehand: ‘’êrîş kirina ser rojhilatê Firatê nayê qebûl kirin.’’

Siyaset Haberleri

49 şervanên dîl hatin berdan
Senator Fedra: Divê Fransa ji bo Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan çalaktir bibe
Civîna Îran û welatên Kendavê ya li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin
Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir