15 gundên Til Temirê ji ber êrişên Tirkiyê hatine valakirin

.

 Ev demeke artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê rojane gundên Zirgan û Til Temirê topbaran dikin, ji ber topbaranê welatiyan 15 gundan malên xwe vala kirine û koçber bûne.

Di van demên dawiyê de ligel êrişî û gefxwarînên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê, piraniya xelkê navçeya şer li Til Temirê malên xwe vala kirine. Ebdilkerîm Ehmed ê 52 salî şêniyekî gundê Eyn Elebid e ku 7 km dûrî bajarokê Til Temirê ye rojane pêşhatên liv û tevgera serbazî li ber çavên wî çê dibin.

Ebdilkerîm Ehmed dibêje: “Bandor li xelkê dibe, ew dê derbider bibin û rizqê wan wêran bibe û koçber bibin. Til Temir û Eyn Îsa herî zêde bador lê dibe. Devera ku em lê dijîn rewşa wê ne aram e û encamên şer li ser me nerênî ne. Em gazî civaka navdewletî dikin li kêleka me rawestin li hember gefên Tirkiyê.”     

Li ser nexşeya şer ku ji Til Temir heta bi Eyn Îsayê ve derdora 50 gundan hene. Li gorî jêderên serbazî  15 gund ji wan gundan bi temamî vala bûne ku tevgera serbazî ya Rûsî û hikumeta Sûriyê li wê navçeyê berdewam e.

Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) dibêje gefên Tirkiyê cidî ne, lê pêşbîn nakin di dema nêzîk de Tirkiyê karibe operasyoneke serbazî encam bide.

Serkirdeyekî ji MSDê Hisên Ezam jî dibêje: “Tirkiye her car gefê dixwe û piştre jî êriş dike. Em dibînin gefên Tirkiyê cidî ne, lê hêvî dikin ku pêk neynê. Em bi rêyên dîplomasî hewl didin Tirkiye êriş neke.”

Tirkiye ji du mehan ve, gefan dixwe ku ew dê êrîşî axa Rojavayê Kurdistanê bike û dest bi operasyon çarem bike. Asta gefên Tirkiyê di çend rojên dawiyê de kêm bûye, lê topbaran rojane heye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle