15 baroyan êrîşa li dijî Sînan Aygul şermezar kirin

.

15 baroyên Bakurê Kurdistanê êrîşa duh a li Tetwanê li dijî rojnameger Sînan Aygul şermezar kirin û gotin, “Ev êrîş li dijî mafê wergirtina agahiyê ya gel û azadiya çapemeniyê hatiye kirin.”

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ku ji ber nûçeyên gendeliyê gelek caran hatiye desteserkirin, duh li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji aliyê polîs Engîn Kaplan û bokser Yucel Baysali yên pasewanên Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî ve rastî êrîşê hat.

Şaredarê Tetwanê Geylanî diyar kir ku Yucel Baysali ji karê wî yê şaredariyê hatiye dûrxistin û piştî êrîşê telefonî Aygul kiriye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Bedlîsê ve hat dayîn de li ser bûyerê hat gotin ku “Di encama lêkolînê de Y.Byê xebatkarê Şaredariya Tetwanê ku tevlî bûyera derbkirina Sînan Aygul bûye û polîs E.Kyê tê gotin ku di pêşîlêgirtina bûyerê de kêmasiyên wî hene û tevgerên ne li gor pîşeya polîstiyê ne kiriye de demildest lêpirsîna edlî û îdarî dan destpêkirin, polîs ji kar hat dûrxistin. Lêpirsîna edlî û îdarî bi hesasiyet tê meşandin.”

Baroyên Mûş, Amed, Wan û Rihayê jî di nav de 15 baroyan êrîşa li dijî Sînan Aygul bi daxuyaniyeke hevbeş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrîş weke "nayê qebûlkirin" hat binavkirin û hat gotin, “Ev êrîş li dijî mafê wergirtina agahiyê ya gel û azadiya çapemeniyê hatiye kirin.”

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’