14 baroyan ji lêpirsîna li Baroya Diyarbekirê hatiye vekirin nerazîbûna xwe nîşan dan

.

14 baroyên Bakur: Lêpirsîna li Baroya Diyarbekirê hatiye vekirin binpêkirina azadiya derbirînê ye. 

14 Baroyên bajêrên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar, nerazîbûna xwe li dijî lêprisîna ku li Baroya Diyarbekirê hatibû vekirin ragihadin.

Baroyan bal kişandin ku Baro parastina mafên mirovî dikin û daxuyaniyên ku ji bo bûyer û pêkhateyên dîrokî radigîhînin jî nabe ku wek tawan bê dîtin û bibin mijara lêpirsîn û doz vekirinê.

Di daxuyaniya hevpar a 14 Baroyan de hatiye ragihandin ku di nav pîvanên azadiya derbirînê û demokrasiyê de, hiqûqnas û Baro dikarin li gel kêşeyên din yên mafên mirovî, kêşeyên ku dewlet û beşek civakê jê nerihet dibin de jî, li gor nixr û pîvanên gerdûnî daxuyaniyan belav bike û daxwaza çareseriyan bike.

14 Baroyên bajêrên Bakurê Kurdistanê dibêjin: Ji ber vê yekê jî divê destêwerdanên li ser azadiya derbînê ku nirx û pîvanê bingehîn yê dewleteke demokratîke yekser bên rawestandin.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi hinceta daxuyaniya Baroya Diyarbekirê ku di 24ê Nîsanê de, bi sernivîsa ‘Em êşên felaketa mezin parve dikin’ hatibû ragihandin, lêpirsîn da destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû