138 kesên di ser medya civakî de banga çalakiyên kolanan kirin, xistin binçav

.

 Piştî girtina şaredarê bajarê mezin yên Îstenbolê Ekrem İmamoğlu, 138 kesên di ser medya civakî de bangî xelkê kirin da dakevin kolanan û çalakiyan bikin, ji aliyê hêzên asayîşê de hatin binçavkirin.

Hêzên asayîşê bi serdozgeriya Îstenbolê re ragihandin ku 138 kes di ser medya civakî de xelkê teşqwîqê kîn û dijminahiya hev kirine û di operasyonan de hatine girtin.

Di 21ê Adarê de ji kesên hatine girtin 3 kes ji wan şandine zîndanê. Ji yên di 22ê Adarê de hatine gitin, ji 58 kesan 6 kes ji wan bi cezayê malê hatine cezakirin û 2 ji wan şandine zîndanê. Gumanbarên din bi şertê kontrola edlî serbest berdane.

Di 23 ê Adarê de 5 gumanbar hatin desteserkirin, yek ji wan şandin zîndanê û 4 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Di 24e Adarê de 72 kesên hatin girtin, sitendina îfadên wan li baregehên asayîşê dewam dikin.

Di operasyonan de bi hevahî 138 kes hatin, 6 gumanbaran şandin zîndanê, bo 6 kesan cezayê hebsa malê dan wan û 54 kes, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Kurdistan Haberleri

Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc
Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê