13 welatan qebûl kiriye: ‘Divê Parlamentoya Iraqê jenosîda Êzidiyan bi fermî nas bike’

.

 Parlamenterê Iraqê yê Êzidî Mehma Xelîl û du parlamenterên din ên Êzîdî ragihandin, ew bang li Parlamentoya Iraqê dikin ku tawanên DAIŞê yên li dijî Êzîdiyan wek jenosîd nas bike.

Parlamenterê parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ligel 2 parlamenterên din ên Êzidî civîneke rojnamevanî li parlamentoya Iraqê li dar xist.

Xelîl di civînê diyar kir, biryara naskirina jenosîda Êzidiyan ji aliyê parlamentoya Iraqê ve girîng e, ji ber ku parlemantoyên 13 welatan tawanên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan, weke jenosîd qebûl kirine.

Mehma Xelîl got: “Projeyasayeke me heye, em ê hemû hewlên xwe bidin, ji bo wê yekê bikin yasa, ku di projeyasayê de aliyên ewlekarî, civakî û darayî hene, ji bo Êzidî ji hemû aliyan ve werin qerebûkirin. Herwiha ew yasa jî bibe parêzvanek ji bo rêgirtina li dubarebûna van tawanan, ji ber ku Êzîdî di dîroka xwe de 74 caran hatine qirkirin.”

Xelîl destnîşan kir, “Heta ev projeyasa, bibe yasa, em ê di hewlên xwe de berdewam bin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle