13 baroyan bertek nîşanî binçavkirina Seroka Şebnem Korur Fîncancî dan

.

13 baroyan bertek nîşanî binçavkirina Seroka Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî da û gotin; divê demildest bê azadkirin.

Li ser navên baroyên Diyarbekir, Semsûr, Agirî, Batman, Çewlik, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê derbarê desteserkirina Seroka TTBê Şebnem Korur Fîncanci de daxuyaniyeke hevpar hat ragihandin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku; Seroka TTBê Şebnem Korur Fîncanci, ji aliyê hin dezgehên rojnamegerî û bikarhênerên medyaya civakî ve wekî hedef hatiye nîşandan û siyasetmedarên desthilatdariyê û partiyên din bi daxuyaniyên xwe xwestine bandorê li dadweriyê bikin.

Di daxuyaniya hevpar de behsa peymanên navdewletî tê kirin ku çawa parastvanên mafên mirovan tên parastin û wiha hat gotin; ji aliyê dadweriyê ve desteserkirina Şebnem Korur Fîncanci bêbingeh e û daxwaza serdozgeriyê jî wek çavtirsandina saziyên civaka sivîl e û ev nayê qebûlkirin.

Her 13 baroyan ragihandin ku, ew piştgiriya Şebnem Korur Fîncanci dikin û dibêjin; ew gotinên wê ne tawan in û dê şopdarên pêvajoyê bin û dixwazin demildest ew bê berdan.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle