120 saliya xwe de Mele Mistefa Barzani li Stockholmê hat bibîranîn

.

120 saliya xwe de Mele Mistefa Barzani  li Stockholmê hat bibîranîn

Komîteya Swêd ya PDKê ji bo 120 saliya salvegera rojbûna Mele Mistefa Barzaniyê nemir bi ahengekê pîroz kir.

Aheng bi axatina xêrhatinê ya berpirsê PDK li Swêdê, Îsa Feyli  dest pê kir.  Dû re berpirsê Liqê 6 bîrêz Enwer Mesîfî, axaftinek pêşkeş kir. Dû wî de Serokê Hevkariyê Ali Jouma axaftin kir. Gelek partiyên siyasî û sivil birûsk şandibûn. 

Dure panelek bi  Moderatorîya Nasret Hecî ,  beşdarê semînerê, Dr. Abdulbasid Seyda, Doçent Ekrem Önen ú Niviskar Hemid Gewherî  li dar ket. Panel li ser tekoşîna Nemir Barzanî xebata wî ya doza Kurdistanê bû.

Gelek nûnerên partíyên siyasî, dezgehên sivîl, mîna Hevkariya Hêzên kurd û Kurdistanî li Swêdê, Federasyona komeleyên kurd li Swêdê, Diakurd, TDK-Tevger, Rawenda Kurdistanî, PAK  û gelek kesayet, dost û piştgirên PDKê beşdarî semînerê bûn.

PAK-Swêd bi peyama li jêre pîrozbahiya, ahenga 120 saliya Mele Mustafa Barzanî kir.

Beşek ji peyama PAK Swêdê eve...

Peyama Partiya Azadiya Kurdistanê - PAK-Swed

Silav ji jiyana têkoşer, rêber û serokê netewa Kurd Mele Mustafa Barzanî re

Jiyana Mele Mustafa Barzanî, perçeyeke herî girîng a têkoşîna gelê Kurd e. Mele Mustafa Barzanî yê nemir ne tenê serokê partiya xwe, yê miletê başûrê Kurdistanê bû. Herweha hebûna wî têkoşîna wî şewqa xwe dida hemû aliyên Kurdistanê.

Mele Mustafa Barzanî perçeyek girîng a Komara Mahabadê ye, 11 salê wî yê li Sovyetê, dîrokeke girîng a Kurdên Sovyetê ye û ji nuh ve vejîna wan a Kurdayetiyê ye.

Vegera wî ya ji Sovyetê bo Kurdistanê ji nuh ve xwîngirtin û hêzgirtina tevgera Kurd li her çar perçê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê,Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê tevgera Kurd ji nuh ve rih girt.

Meha Adarê li gel Newroz û Helebçeyê meha Mela Mustafa Barzanî ye. Mele Mustafa Barzanî 14ê Adarê ji dayik bû, 1ê Adarê çû dilovaniya xwe. Mele Mustafa Barzanî bi peymana 11ê adara 1970yê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Peymana 11ê Adarê serkeftina herî mezin heta wê rojê ku gelê Kurd bi destxistibû. Otonomiya 11ê Adarê bawerî da hemû aliyê Kurdistanê, dema em dest bidin hev û bi hev re têbikoşin, em dikarin mafê xwe yê rewa ji dijminên milet û welatê xwe werbigrin.

Ruhê nemir Mele Mistefa Barzani şad be

PAK-Swêd  Partiya Azadiya Kurdistanê   

Stockholm/Swed

2023.03-12

Rupela Nu /Stockholm

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan