116 malbatên din ên Kurdên Êzidî vegeriyan Şingalê

.

Rêveberê Koç û Koçberan ê Dihokê ragihand, 116 malbatên din ên penaberên Kurdên Êzidî vegeriyane Şingalê.

Rêveberê Koç û Koçberan a parêzgeha Dihokê Pîr Deyan Pîr Cafer civîneke çapemeniyê li dar xist.

Pîr Deyan diyar kir ku îro 85 malbatên penaberên Kurdên Êzidî yên li kampên Şalya û Bersivî yên Dihokê vegeriyane Şingalê û 31 malbatên din jî dê sibê vegerin.

Pîr Dayan destnîşan kir ku vegera Kurdên Êzidî ya Şingalê bi mekanîzmeke ku Rêveberiya Koç û Koçberan bi hevahengiya Rêxistina Navdewletî ya Koçberan (IOM) û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî tê rêvebirin.

10 hezar malbat vegeriyane Şingalê

Pîr Dayan diyar kir ku berê 250 malbat di 5 geran de bi vê mekanîzmê vegeriyane û got:

“Hejmara giştî ya Êzidiyên ku dê di gera şeşemîn de vegerin Şingalê 650 kes e û ji 116 malbatan pêk tê.”

Bi gotina Rêveberê Koç û Koçberan, penaberên Kurdên Êzidî dikarin bi awayekî azad bi mekanîzmeke din daxwaza vegerê bikin û her dema bixwazin dê hêsanî ji wan re bê kirin.

Pîr Dayan da zanîn ku heta niha nêzîkî 10 hezar malbatên Kurd Êzidî vegeriyane Şingalê, “lê berovajî vê yekê 721 malbat dîsa ji ber sedemên ewlehî û aboriyê hatine Dihokê.”

Rêveberê Koç û Koçberan ragihand ku komîteyek ji bo lêkolîna sedemên vegera xelkê ji Şingalê hatiye avakirin.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de