11 Rojnamegerên desteserkirî birine Enqereyê û dema desteser kirina wan dirêjkirine

.

Destûr nayê dayîn ku 11 rojnamegerên hatine desteserkirin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. Rojnameger duh di saetên êvarê de birine Enqereyê.

2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê daye..

Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye.

Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye.

Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye.

Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin.

Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin.

11 rojnameger birine Enqereyê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle