11 kombûnên nerizayetiyê li bajarên Îran û Kurdistanê bi rê ve çûn

.

Pêka nûçeyên belavbûyî li rojên Duşemî û Sêşemî 19 û 20 Pûşperê li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 11 kombûnên nerizayetiyê hatine lidarxistin.

Îro roja Sêşemî 20ê Pûşperê, li bajarê Dêhloran yê ser bi parêzgeha Îlamê, kedkarên Kargeha Pêtrokîmî ya vî bajarî bi sedema daxistina vê kargehê û bêkarbûna 2 hezar kedkaran, li hember Îdareya “Fermandarî û Parêzgarî” a vî bajarî kombûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Herwisa roja Duşemî 19 Pûşperê, li çendîn bajarên wek Kirmaşan, Sine, Meşhed, Şîraz, Ehwaz, Tehran, Kehgîloye û Buyîr Ehmed, Geçsaran, Qezwîn û Sawe” kombûnên nerizayetî yên karmendên malnişînkirî yên Îdareya Muxabiratê û herwisa hin ji werzêrên Qezwînê û beşa xizmetguzariya nexweşxaneya Geçsaran li hember îdareyên pêwendîdar yên bajarên xwe kombûn û daxwaza mafên xwe yên ku ji aliyê karbidestên rejîmê ve hatine xwarin û herwisa daxwaza baştirkirina rewşa jiyana xwe û zêdekirina mafê xwe yê mehane û pirsgirêkên bîmeyên dermanî kirin.

Di wan kombûnan de xelkê nerazî bi dana dirûşiman û bilindkirina pilakardan daxwaza mafê xwe kirin.

Nuçe: Kurdistan Medîa

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin