108 koçber ji Duhokê vegeriyane Şingalê

.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku 108 koçberên li sînorê parêzgeha Duhokê vegeriyane Şingalê.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro Înê ragihand ku 108 koçberên li sînorê parêzgeha Duhokê vegeriyane Şingalê û qaymeqamê Şingalê jî dibêje, hemû ew kesên vegeriyane Êzidî ne û dê karwaneke din jî bê vegerandin.

Hat ragihandin ku ew koçber bi hevahengiya li gel parêzgar û operasyonên hevbeş a parêzgeha Neynewayê vegeriyane.

Qaymeqamê Şingal ê bi wekalet Nayif Seydo ji Rûdawê re got, hemû ew kesên ku vegeriyane Kurdên Êzidî ne û ji navçeya Gir Uzêr in.

Nayif Seydo her wiha destnîşan kir, niha %70 welatiyên Şingalê koçber in û venegeriyane.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle