102 Parlamenter û Senatorên Fransî daxwaza parastina Rojavayê Kurdistanê dikin

.

102 parlamenter û senatorên fransî, siyasetên Serokomarê Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û di daxuyaniyeke hevbeş de ragiahnd, “pêwîst e civaka navdewletî herêmeke dijefirînê li bakurê Sûriyê ferz bike û Kurdên Sûriyê bixe bin parastina navdewletî”

Daxuyaniya hevbeş a 102 parlamenter û senatorên fransî li malpera rojnameya “Le Journal du Dimanche” hatiye weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di dema ku Rûsya bi pêşengiya Vladîmîr Putîn sûcên şer ên li Ukraynayê dike, Recep Tayyîp Erdogan li ber plan dike êrîşeke din li ser Kurdan li Bakurê Sûriyê pêk bîne.”

Parlamenter û senatorên Komunîstan, partiya “La France Insumes” (çepê radîkal), Sosyalîstan, Jîngehparêzan, Komarîxwazan (rast) û partiya Serokomar Emmanuel Macron li ser wê daxuyaniyê îmze kirine.

Ew parlamenter û senatorên di wê baweriyê de ne ku Serokomarê Tirkiyê pêgeha xwe ya sereke di NATOyê de ji bo pirsa şerê li Ukraynayê bi kar tîne, ji bo NATO rêgiriyê li pêş êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê negire.

Ew dibêjin jî: “Divê welatên rojava çavên xwe negirin” û bang li welatên endamên Yekîtiya Ewropî kirin ku çalakvan û komeleyên Kurd ên li ser axa Ewropayê biparêzin.

Her wiha bang li Fransa kirin ku daxwazê ​​ji Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî (NY) bike ku "herêmeke dijefirînê li bakurê Sûriyê ferz bike û Kurdên Sûriyê bixe bin parastina navdewletî”.

Parlamenter û senatorên her wiha daxwaz kirin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê navdewletî ve were naskirin.

Ev daxiyuyaniya parlamenter û senatorên fransî di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike û dibêje ew ê “herêmeke ewle” bi kûrahiya 30 k.m ava bike. Di vê çarçoveyê de jî hêzên xwe li nêzîkî her du bajaran Til Rifet û Minbicê kom kirine û xistine rewşa amadehiyê.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin