10 sal di ser koça dawî ya Şêrko Bêkes re derbas bûn

.

Deh sal berê di rojeke weke îro de 4ê Tebaxa 2013an, helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes dûr ji welatê xwe li Swêdê koça dawî kir.

10 sal berê di rojeke weke îro de 4ê Tebaxa 2013an, helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes dûr ji welatê xwe li Swêdê koça dawî kir.

Şêrko Bêkes kurê helbestvanê navdar ê Kurd Fayeq Bêkes e, di sala 1940î de jidayîk bû û yek ji helbestvanên herî navdar ên Kurd e.

Kurê Şêrko Bêkes, Helo Şêrko Bêkes ji Kurdistan24ê re derbarê bavê xwe de ragihand: “Nemana Şêrko wek bav û wek helbestvan, valahiyeke mezin e ji bo me.”

Helo Şêrko Bêkes diyar kir, niha kar li ser muzexanekirina mala Şêrko Bêkes tê kirin û got: “Bi rêya muzexanekirina mala wî, hinek tiştên wî hene ku dê zindî bibin.”

Şêrko Bêkes di salên heftêyan de ligel çend nivîskarên din, Tevgera Rewange damezrandin, her wiha piştî raperîna 1991ê, dezgeheke mezin a çap û belavkirinê bi navê Dezgeha Çap û Pexşê ya Serdem ava kir.

Zêdetirî 30 dîwan û pirtûkên Şêrko Bêkes hene, ji wan "Derbendî Pepule, Êsta Kiçêk Nîştimanime, Rengdan, Goristanî Çirakan".

Beşek ji helbestên Şêrko Bêkes bi zimanên Îngilîzî, Swêdî, Erebî, Fransî, Îtalî, Tirkî, Farisî û Almanî hatine wergerandin.

Şêrko Bêkes di Kabîneya Yekem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) postê Wezîrê Rewşenbîriyê jê re hat dayîn.

Di 17ê Nîsana 2013an de ji ber nexweşketinê, ji bajarê Silêmaniyê bo Swêdê hat gihandin, piştî sê meh mana li nexweşxaneyê, di 4ê Tebaxa 2013an de, li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.

 (K24)

Kurdistan Haberleri

Ferhad Xorto: Nêzîkî 70 hezar kesî vegeriyane Efrînê
Rûfatên 22 Êzidiyên Şingalê radestî malbatan hatin kirin
CPT: Piştî îmhakirina çekan Tirkiyê 18 caran êrîşî pêgehên PKKê kir
Îran: Wê Korîdora Zengezorê bibe goristana leşkerên Trump
Joe Wilson bang li rêveberiya Trump kir: Piştevaniya darayî ya Iraqê rawestînin