Serokwezîrê Îraqê daxwaza çarekirina arêşeyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike

Serokwezîrê Îraqê daxwaza çarekirina arêşeyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike

.

A+A-

Serokwezîrê Îraqê daxwaza çarekirina arêşeyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf li Herêma Kurdistanê dike.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) di ragehandinekê de amaje da, “Serokwezîrê Îraqê bi Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijatrinan a Îraqê re civiya û her du aliyan danûstandin li ser bizav û rêkarên komisyonê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kirin”.

Herwesa Serokwezîrê Îraqê daxwaz kiriye ku ew arêşe bên çarekirina ên ku li beranberî rêkarên komisyonê dibin asteng, herwesa danûstandin li ser mîkanîzmên qanûnî yên piroseya hilbijartinan bi awayekî azad û dadperwerane kirin.

Li dû wê ragehandinê, Mihemed Şiya Sûdanî daxwaz kiriye derfet bi awayekî bê peydakirin ku piroseya hilbijartinan bikare daxwazên gelê Kurdistanê bi cih bîne.

Ev jî di demekê de ye ku Serokwezîrê Îraqê roja 06ê Nîsana 2024ê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û her du aliyan tekez li ser pabendiya Hikûmeta Federalî kir, ji bo pêşkêşkirina xizmetkariyan û bicihanîna daxwaziyên welatiyan li tevaya Îraqê tevî Herêma Kurdistanê jî.

Herwesa her du alî li ser pêdivîtiya piştgiriya dezgehên federalî û dezgehên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Serok Mesûd Barzanî jî roja 03ê Nîsana 2024ê li Pîrmamê pêşwaziya Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di wê hevdîtinê de, Plasschaert pêşniyar kir ku ji bo mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê tîmeke Neteweyên Yekgirtî ji bo çarekirina wan arêşeyên teknîkî alîkar be yên ku PDKyê têbînî li ser hene.

Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî amaje jî da ku haydarî wê yekê ye ku ev du sal in PDK ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinan di dema xwe de amade ye û niha jî nîgeraniyên PDKyê di rasta piroseya hilbijartinan de difehimînin.

Plasschaertê tekez jî li ser pêdivîtiya tevlîbûna PDKyê di piroseya hilbijartinan de kir, herwesa ragehand ku birêveçûna piroseya hilbijartinan bê PDKyê dê piroseyeke bizehmet be.

Piştî wê yekê jî, şandeke PDKyê ku ji endamên Mekteba Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramanî û Amîna Zikrî û Cehfer Êmînkî û endamên pişka hilbijartinan a Mekteba Siyasî pêk hatibû roja Yekşemê, 07ê NÎsana 2024ê, bi şandeke UNAMI ya bi serokatiya Cîgirê Nûnera Taybet a Sikirtêra Gişrî ya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Claudio Cordone re civiya û şanda UNAMIyê tekez li ser giringiya piroseya hilbijartinan bi awayekî ku cihê baweriya tev aliyan be û tevlîbûna hemî aliyan kir û ragehand ku ji bo haydarbûna ji hûrkariyên dîtin û nerîn û têbîniyên PDKyê dilgerm in.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Ev helwesta PDKyê jî piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê hat ku li roja 21ê Sibata 2024ê û piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên piroseya hilbijartinan hat parvekirin û hejmara kursiyên kutayan ku 11 kursî bûn helweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Ji verêja van biryaran jî, tevaya partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Kiristiyan û Tirkmenan (ji bilî bereyê Tirkmenî), biryar da ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Her ji ber wan biryaran jî, tevaya partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Kiristiyan û Tirkmenan (ji bilî bereyê Tirkmenî), biryar da ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03.03.2024, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.

Kaynak: Serokwezîrê Îraqê daxwaza çarekirina arêşeyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin