Nêçîrvan Barzanî tevlî “Forûma Diyaloga Tehranê” dibe

Nêçîrvan Barzanî tevlî “Forûma Diyaloga Tehranê” dibe

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo tevlî “Forûma Diyaloga Tehranê” bibe diçe Tehran a Îranê.

Balyozê Îranê yê Bexdayê Muhammed Kazım Al Sadiq bo medya Îranê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî di nav 2 rojên pêşiya me de wê seredana Tehranê bike.

Balyozê Îranê got ku sedema seredana Barzanî ew e ku wezareta kar û barên derve ya Îranê beşa Navenda Lêkolînên Siyasî û Navdewletî “Forûma Diyaloga Tehranê” lidar dixe û wê Barzanî tevlî forûmê bibe.

Forûm wê di 18-19ê Gulanê de pêk were. Serokê Navendê Said Xatibzade ragihand ku ji 53 dewletên dinyayê kesan dawetî forûmê kirine.

Balyoz Al Sadiq got ku wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyin jî ji terefê îranê de hatiye dawetkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin