Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Mêrdînê axaft:’’Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstiyeke sereke jî, hûnandina partiyeke xurt, girseyî ya azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye’’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Mêrdînê axaft:’’Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstiyeke sereke jî, hûnandina partiyeke xurt, girseyî ya azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye’’

Îro 4ê Cotmehê li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik brifîngek da û got:‘’Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstiya herî mezin avakirina partiyeke girseyî, xurt, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye.

A+A-

Îro 4ê Cotmehê li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Rêzdar Mustafa Özçelik, li gel Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û endamê KBN ya PAKê M.Ali Yılmaz serdana Mêrdînê kirin. Li gel Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, û rêvebir û endamên Teşkîlata Mêrdînê di çerçoveya xebatên PAKê yên li Mêrdînê û yên komcivîneke taybet li dar xistin.

Paşê jî Özçelik, li ser rojeva Tirkiye û Kurdistanê brîfîngek da. Gelek siyasetvan û rewşenbîrên Qoser û Mêrdînê eleqeyeke baş nîşan dan û brîfîng bi beşdariyeke berbiçav li dar ket.

Di brîfînga li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê de pêşî Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar axaftinek kir û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê pêwîstiya partiyeke xurt ya milî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî û ji bo hevkarî û tifaqên netewî bîr û rayên xwe anî ziman.

Mustafa Özçelik got "Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstiya herî mezin avakirina partiyeke girseyî, xurt, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî ye. Heta em weke ew partî, grûb û şexsiyetên ku bername û siyaset û nêrînên nêzî hev, wek hev, em di nav yek partiyê de nebin yek, em ê her temaşevanên vê pêvajoyê bin. Dê şer jî, têkbirin jî, stratejiyên ku hişmendiya netewî têk dibin jî bi dilê xwe tev bigerin."

Mustafa Özçelik herweha bal kişand ser rewşa gelê me ya îro û got: "Îro em divê bikaribin bêjin ji şer re na, ji çareseriya siyasî re erê. Divê em bêjin mafê kesî tune ye ku, şerê heyî weke sebebê binpêkirin û tunekirina mafên me yên demokratîk nîşan bidin. Divê em ji dewleta Tirkiyeyê re bêjin, mafê me yê perwerdeya zimanê zikmakî, qebûlkirina nasnameya me ya Kurdî ya netewî, ne cihê bazariyê ye; ev mafên me yên rewa ne, divê di destûrê de bêne bicîkirin."

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di berdewamiya axaftina xwe de, di derbarê şerê li Bakurê Kurdistanê, siyaseta Dewleta Tirkiyeyê, hilbijartinên 30yê Îlonê yên Başûrê Kurdistanê, Rewşa Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de bîr û rayên xwe anin ziman. Piştî birîfînga Mustafa Özçelik, beşdarên birîfîngê jî bi pirs û axaftin û pêşniyariyên xwe bûne şirîkê atmosfereke zindî, berhemdar û muhtewaya birîfîngê bilindtir kirin.

qoser-1-001.jpgqoser-2-001.jpgqoser-3.jpgqoser-4.jpgqoser-5.jpgqoser-6.jpgqoser-7.jpgqoser-8.jpgqoser-9.jpgqoser-10.jpgqoser-pÊsÎ.jpgserok1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin