Serok Barzanî li gel serok hêz û kesayetiyên Basrayê civiya

Serok Barzanî li gel serok hêz û kesayetiyên Basrayê civiya

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandek mezin a nîştecihên parêzgeha Basra kir, ku ji serok hêz û rihspiyên olî û kesayetiyên akademîsyen pêkhatibûn.

A+A-

Şanda mêvan ji bilî derbirîna spas û xweşhaliya xwe ya bi vê hevdîtinê, silav û rêzên xelkê parêzgeha Basra bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gihandin û tekezî li ser soz û evîniya xelkê wê parêzgehê, ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kirin.

Şanda mêvan her wiha balkişandin ser pêwendiyên birayane û dîroki yên xelkê Basra li gel gelê Kurdistanê û ragihandin, ku her ew soz bû ye sedema wê yekê, ku dehan hezar kesên xelkê Basra di dema vegerana Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê, ji bo pêşwazîkirina wan li çaverêyiyê wan de rawestiyan. Niha jî, heman soz û evînî ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê heye û dixwazin, ew birayetiya kevnar zêdetir bê pêşxistin. Her di vê çarçêweyê de jî, şanda mêvan Serok Barzanî vexwendin, ku di derfetek guncaw de seredana wê parêzgehê bike.

Şanda mêvan behsa girift û kêşeyên taybet bi nebûna xizmetguzariyan li parêzgeha Basra kirin û hêvî xwestin, ew pêşketina li Herêma Kurdistanê heye, bigihe navçeyên din ên Iraqê û ji bo vê mebestê jî, daxwaz ji Serok Barzanî kirin, bi rêya wezîr û nûnerên Kurd li Bexda ve hewl bidin, projeya avakarî û nîştecîhkirinê li parêzgeha Basra bê bicîhkirin û kêşeyên wê parêzgehê bên çareser kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin