Serok Barzanî bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtin pêkanîn

Serok Barzanî bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtin pêkanîn

Serok Barzanî bi serokatiya şandeke bilind seredana Bexdayê kir û digel piraniya aliyên siyasî civiya.

A+A-

Di civîna digel Serokwezîrê Iraqê, Serok Barzanî got, Herêma Kurdistanê piştevaniya Adil Ebdulmehdî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan dike. Li himber de jî, Ebdulmehdî ragihand, Serok Barzanî rolek giring ji bo avakirina Îraqê û çarekirina hemû pirsgirêkan heye. Got jî, Serok Barzanî endazyarê avakirinê ye li Îraqê.

Herweha piştî civîna digel Serok Barzanî, Hadî Amirî got, wan pêşwazî li xebatkarekî mezin kir û tekez kir, pirsgirêkên Îraqê gelek in û dixwazin çareser bikin.

Herweha Serok Barzanî digel her yek ji Serokê Civata Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Tevgera Etaa, Falih Feyaz civiya.

Di civîna Serok Barzanî û Nûrî Malikî tekezî li çareserkirina pirsgirêkên mayî yên Hewlêr û Bexdayê li gorî Destûrê hat kirin.

Di çarçoveya seredanekê de ji bo Bexdayê Serok Barzanî di gel Emîndarê Hizba Dawa ya Îslamî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civya.

Di civînê de seredana Serok Barzanî ji bo Bexdayê û civînên wî di gel aliyên siyasî bi giring hat binav kirin.

Herweha tekezî li karkirin ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê û karê pêkve û mifawergirtin ji firehaliya siyasî û binemayên demokrasiyê ji bo ber bi pêşvebirina proseya siyasî li Îraqê hat kirin.

Herweha Nivîsîngeha Malikî belav kiriye ku, di civînê de, tekezî li çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li gorî destûrê hatiye kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin