Sergey Lavrov û Gier Pedrsen li Moscowê civiyan

Sergey Lavrov û Gier Pedrsen li Moscowê civiyan

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsiya Sêrgy Lavrov û Şandeyê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê, Gier Pederson li Moscoyê civiyan.

Di civînê de tekezî li ser çareseriya siyasî bo pirsa Sûriyê kirin.

Wezareta Derve ya Rûsiya di daxuyaniyekê de ragihand ku Lavrov û Pederson behsa gihandina alîkariyan bo xelkê Sûriyê kirin û di civîna xwe de girîngiyeke taybet dane karê komîteya destûrê.

Lavrov amaje bi wê yekê jî kir ku Rûsya piştevaniyê li daxwaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Guterres dike bo sivikkirina dorpêçên yekalî yên li ser Sûriyê.

Tê çaverêkirin ku Pederson piştî vê serdana xwe ya bo Moscow serdana Şama paytexta Sûriyê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin