Şerekî dijwar di nav PKK û Artêşa Tirkiyê de destpê kir

Şerekî dijwar di nav PKK û Artêşa Tirkiyê de destpê kir

Şerekî dijwar di navbera gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyê de, li ser sînorên gundên bajarokê Sîdekan li devera Biradost destpê kirin.

A+A-

Li gor K24ê demjimêr 8:30 îşev, şerûpevçûn di nav gerîlayên PKK û Artêşa Tirkiyê de, li (Şiyayê Dêl) û derdora gundên (Xelîfan, Gorreşa) li devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekan yê ser bi navçeya Soran ve destpê kirin, ew navçe jî 30 kîlometran dikeve nav kûrahiya Herêma Kurdistanê de.

Dîdevanan behsa wê yekê kirin, ku helîkopterên Artêşa Tirkiyê ji ezman ve gerîleyên PKKê bordûman dikirin û li ser zemînê jî serbazên Tirkiyê êrîş kirin.

Welatiyên gundên wê deverê, ji tirsa newêrin ji malên xwe derkevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin