
Şerê hilbijartinê: 2 kuştî
Hat ragihandin qasekî berîya niha li gundê Bolunmez ê navçeya Puturge ya bajarê Meletî, li ser sindoqa hilbijartina muxtarê gund di navbera çavdêran de şer derket.
A+A-
Medyaya Tirkiyê ragihand, qasekî beriya niha li gundê Bolunmez ê navçeya Puturgê ya bajarê Meletî li ser sindoqa hilbijartina muxtarê gund di navbera çavdêran de şer derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de 2 çavdêr hatin kuştin û ew kesê ku ew çavdêr kuştibûn jî hat girtin.
Hêzên asayişê li nav gund de tedbîrên tund yên ewlehiyê girtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin