“Sedemên pirsgirêka Kurd di bingeha komara Tirkîyê de ye”

“Sedemên pirsgirêka Kurd di bingeha komara Tirkîyê de ye”

Li Dîyarbekirê panelek derbarê Serhildana 1925ê û Damezirandina Komara Tirkîyeyê de hat li darxistin. Di panelê de nivîskar Tehsîn Sever behsa pêvajoya damezrandina Komara Tirkîyeyê û pêvajoya ber bi serhildana 1925ê kir.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Li Dîyarbekirê panelek derbarê Serhildana 1925ê û Damezirandina Komara Tirkîyeyê de hat li darxistin. Di panelê de nivîskar Tehsîn Sever behsa pêvajoya damezrandina Komara Tirkîyeyê û pêvajoya ber bi serhildana 1925ê kir. Sever di panelê de bal kêşand ser rola Cemîyeta Azadî û amaje kir ku gelek sedemên girîng ên pirsgirêka Kurd di damezrandina Komara Tirkîyeyê de veşartî ne.

Li Dîyarbekirê  panelek bi navê "Serhildana 1925ê û Damezrandina Komara Tirkîyey"ê bi pêşkêşkirina nivîskar Tehsîn Sever hat li darxistin. Di panele de pirsgirêka Kurd ve girêdayî li ser 3 xalên girîng analiz hatin kirin. Xalên wek Serhildana 1925ê, Damezirandina Komara Tirkîyeyê û Rola Cemîyeta Azadî hatin gotubêjkirin. Panelîst Tehsîn Sever amaje kir ku gelek sedemên girîng ên pirsgirêka Kurd di damezrandina Komara Tirkîyeyê de veşartî ne û bal kêşand ku eger ew pêvajoa baş newe zanîn dê dê pêşketinên îro û sîyaseta hember Kurdan jî baş newe famkirin.

Nivîskar Tehsîn Sever ji K24ê re got: "Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dema mirov pêvajoyê baş bişopîne, mirov wêneyê îro dibîne. Pirr zêde dişibine hev. Sîyaseta Osmanîyan û cîhanê ya li hember Kurdan hatine meşandin de derfet guherîne lê helwest heman helwest e. Sîyaseta Tirkan, farisan û ereban hember Kurdan qet neguherîye."

Di panelê de behsa rola pêşengên Kurd ên Serhildana 1925ê hat kirin û beşdaran jî anîn zimên ku divê ked û fedakarîya pêşengên dîrokî newên ji bîrkirin. Yek ji damezrênerên Partîya Demokrata Kurdistan a Tirkîyeyê Halît Demîralp amaje kir,  divê sîyasetmedarên roja me jîyana Şêx Seîd û Xalit Begê Cibrî baş bizanin da ku bizanibin ew li ser mirasa kî sîyasete dikin û her wiha rexne hat kirin ku li Bakur di civînên wiha de xort û keçen Kurdan beşdar nabin.

Xalit Demîralp dibêje: "Çi civînek ku tê li darxistin de beşdar hemû kesên temenê wan di ser 60î de ne. Heyf e ku keç û xort eleqeyê nîşan nadin. Tike skeç û xortên xwe an jî malbatê xwe naynin. Ev xeletî ye."

Di panelê de hat xwestin ku  arşîvên dewletê werin vekirin  ku belgeyên dema damezarandina Komara Tirkîyeyê û Serhildana 1925an werin aşkere kirin û rê were dayîn ku lêkolîner li ser van belgeyan xebatan bikin. Hat amajekirin ku pirranîya belgeyan di arşîva Serokerkanîyê de û Sazîya Dîroka Tirk de cih digirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin