Şandeke Rêveberiya Xweser beşdarî Foruma Oslo bû

Şandeke Rêveberiya Xweser beşdarî Foruma Oslo bû

Şanda Rêveberiya Xweser li forumê bi şanderê navdewletî yê tayebt bi pirsa Sûriyê, Geir Pedersen re civiya.

A+A-

Şanda Rêveberiya Xweser li forumê bi şanderê navdewletî yê tayebt bi pirsa Sûriyê, Geir Pedersen re civiya.
Şandeke Rêveberiya Xweser beşdarî di Foruma Oslo de kir û bi şanderê navdewletî yê bi taybetî ji bo pirsgirêka  Sûriyê, bi Geir Pedersen re civiya.
 
Şanda Rêveberiya Xweser ji endama kordînasyona Kongireya Star, Foza Yûsif û endamê desteya serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk Mihemed Hesen Elî, pêk hatibû.
 
Foruma Oslo ji aliyê Wezareta Derve ya Norwêcê û Navenda Diyaloga Mirovatiyê ji bo gotubêjkirina rola navbeynkaran di bi dawîana şer û pevçûnan de tê sazkirin.
 
Ji bilî Wezîra Derva ya Norwêcê Ine Marie Eriksen Søreide, Wezîrê Dewletê yê Îmaratê yê bo karûbarên derve Enqer Qerqaş û şanderê navdewletî yê taybet bi pirsa Sûriyê Geir Pedersen, zêdetirî 100 kesayetiyên ku bi rola navbeynakriyê li seranserê dunyayê ji bo bi dawîanîna şer û pevçûnan rabûne, di vê forumê de beşdar bûn.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin