Şandeke PDKê serdana Rûsyayê kir

Şandeke PDKê serdana Rûsyayê kir

Şandeke fermî ji ofîsa peywendiyên derve ya PDKê ji bo beşdarbûna di civîna rêxistina partiyên siyasî yên Asya de serdana Rûsyayê kir.

A+A-

Şanda PDKê roja pênşembiya heftiya borî 25ê Cotmehê li ser vexwandineke fermî û ji bo beşdarbûna di civîna rêxistina partiyên siyasî yên Asya de gihîşte Moskowê.

 

Rêxistina partiyên siyasî yên Asyayê, mezintirîn rêxistina cîhanê ye ku partiyên siyasî yên Asyayê li xwe digire.

 

Berprisê peywendiyên derve yên PDKê, Huşyar Siweylî ragihand, di wê konferansê de ji bilî hevdîtinên wan ligel partiyên siyasî, dê gotareke wan jî hebe û ew dê behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa navçeyê û rola Pêşmerge di şikandina rêxistin DAIŞê jî bikin.

 

Huşiyar Siweylî got jî, wan di gotara xwe de behsa wê yekê kiriye ku eger hewlên ciddî neyên dayîn, dibe ku careke din DAIŞ vegere meydanê û çalak bibe.

 

Siweylî diyar kir, ew dê li gel cîgirê wezareta derve ya Rûsya bicivin û behsa piştevaniyên Rûsya bo herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin