Şandeke ENKSê serdana Îmaratê dike

Şandeke ENKSê serdana Îmaratê dike

Şandeke bilind a ENKSê ya rojavayê Kurdistanê serdana Îmarata erebên yekbûyî dike.

A+A-

Hat zanîn şand ji rêveberên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê pêktê û biryare sibe 07.08.2018ê serdana Îmaratê bike.

Endamê lijneya peyvendiyên derve yê ENKSê Îbrahîm Biro ji BasNewsê re ragehand, şand dê li gel wezareta derve ya Îmaratê bicive û guftûgoya rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bike.

Serokê ENKSê Siûd Mela dê serokatiya şandeyê bike û Îbrahîm Biro, Kamuran Haco û Hewas Egîd jî endamên şandeyê ne.

Berî naha jî ENKSê serdana gelek welatên Ewropî kiribûn û di hevdîtinan de gotûbêja rewşa siyasî ya rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatibû kirin. Herwaha babeta destûra nû ya Sûriyê û çawaniya çareseriya şerê navxwe yê li Sûriyê hatibû guftûgo kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin