Şanda Kendava Erebî li Kobaniyê bi YPGê re civiya

Şanda Kendava Erebî li Kobaniyê bi YPGê re civiya

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku şandeke Kendava Erebî serdana bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kir û bi rêveberên HSD/YPGê re hevdîtin pêkanî.

A+A-

Li gor daxuyaniya SOHRê şanda Kendava Erebî serdana bajarê Kobaniyê kir û bi serkirdeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re rewşa Rojhilatê Firatê û çarenivîsa wê deverê gotûbêj kir.

Hat zanîn, dema civîna şanda ereb û HSD birêve diçû balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî ser esmanê Kobanî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 18ê Mijdarê SOHRê ragihandibû ku karwaneke ji hêzên ser bi welatekî Kendava Erebî ve derbasî Dêrazorê bûye û li Rojhilatê Firatê li herêma HSD kontrol dike bicih bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin