
Şanda Amerîkî pêşniyara sîstema Patriotê da Tirkiyê
Şanda ku ji aliyê rêveberiya Amerîka ve ji bo Tirkiyê hatibû şandin, kirîna sîstema esmanî ya patiryotê û mûşekên berevaniyê pêşniyarî Tirkiyê kiriye.
A+A-
Şanda Amerîkayê ligel Serokatiya Desteya Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyê, û herdu wezaretên derve û berevaniyê yê Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên têkildarî herdu welatan li hev civiyan.
Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, ku di civînê de, şanda Amerîkayê pêşniyara rêveberiya welatê xwe, ji bo kirîna sîstema berevaniya esmanî ya patiryot, û mûşekên berevaniyê pêşniyar daye Tirkiyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin