Salih Muslim: Em ji bo şer amade ne

Salih Muslim: Em ji bo şer amade ne

Endamê Dîplomasiyê yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser mijara Idlibê ragihand: “Şerê li dijî terorîzmê li ku derê dibe bila bibe, em amade ne beşdar bibin.”

A+A-

Salih Muslim li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser hin mijarên rojevê axivî.

 

"Efrîn ji bo me birînek e"

 

Muslim amaje bi bajarê Efrînê ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ve hatiye kontrolkirin kir û ragihand ku 140 hezar kes neçarî koçkirinê bûne û got: “Xelkê me li kampên derdora Efrînê dimînin. Her roj berê xwe didin Efrînê û nimêj dikin. Bi hêviya ku rojekê vegerin dijîn.”

 

Salih Muslim diyar kir ku 3 hezar endamên DAIŞê û 25 hezar çekdar li Efrînê bi cih bûne û got: “Ew her roj êrişî sivîlan dikin. Belkî hûn dibihîzin, li Efrînê şerê gerîla berdewam e, her roj çalakî tên kirin. Em ê Efrînê ber nedin, Efrîn ji bo me weke birînek e, divê her kes vê yekê bizane. Tevî hemû van tiştan, saziyên navdewletî li hember bûyeran bêdeng in. Weke ku li ser Efrînê konseptek heye.”

 

"Idlib bûye weke bermîleke barûdê"

 

Endamê Dîplomasiyê yê TEV-DEMê Salih Muslim bal kişande ser wê yekê ku deverên weke Idlib û Himus bûne weke bermîlên barûdê û eşkere kir ku gelek komên çekdarî yên ku ji derve hatine, li Idlibê hatine bicihkirin.

 

Salih Muslim destnîşan kir, hovîtiya ku ew komên çekdar dikin, ji ya DAIŞê mezintir e û got: “Rêkeftina me ya bi hevpeymaniyê re, li ser bingeha şerê li dijî terorê ya li tevahiya Sûriyê bû. Çawa ku dema Reqa paytexta terorîstan bû û em li mala xwe ya li Kobanî û Qamişloyê, ne rehet bûn, heman tişt ji bo Efrîn, Şehba û deverên din jî eynî ye. Em nikarin têkoşîna ku li Efrînê hebû ji Idlibê cuda bikin, çimku tiştên ku niha li Efrînê diqewimin, bi destê komên ku li Idlibê ne têne kirin. Qasî ku ji destê me tê, em ê xwe biparêzin. Li dijî terorê şer li ku derê dibe bila bibe, em amade ne ku beşdar bibin.”

 

"Rêveberiya Şamê bawerî nade"

 

Muslim li ser hevdîtinên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyê ku di 26ê Tîrmehê de li Şamê hat kirin ragihand: “Em nikarin ji van hevdîtinan wê encamê derxin ku her tişt çareser bû. Me berî niha jî gotibû ku em bê şert û merc amade ne ji bo diyalogê. Lê belê rejîm du daxuyaniyên cuda dan, ji aliyekî ve gotin ku amade ne ji bo hevdîtinan, ji aliyê din ve jî di bin ebayê re çov nîşan dan.”

 

Salih Muslim bal kişande ser wê yekê ku di hevdîtinê de temaşe kirine ka gelo hikûmeta Sûriyê ji bo çareseriyê cidî ye an na û got: “Ji bo aştiyê rejîm wê baweriyê neda me, dibeje ez her tiştî bi rêya leşkerî çareser dikim. Em vê yekê qebûl nakin.”

 

Muslim amaje bi wê yekê kir ku ji bo berdewamiya hevdîtinên herdu aliyan, divê aliyekî navbeynkar hebe û got: “Eger bi navbeynkariya hêzeke garantor nebe nabe. Piştre derkevin bibêjin 'me wisa got, we jî wisa got' nabe. Hêzên navdewletî yên ku bi pirsgirêka Sûriyê re eleqedar in hene, aliyekî ku herdu alî jî qebûl dikin dibe bibe.”

 

Salih Muslim diyar kir ku ji bo tevahiya Sûriyê projeya "federaliyê" pêşniyar dikin û ev pêşniyar jî ji bo nîqaşê vekirî ye û bi ser kesekî de ferz nakin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin