Rûsyayê dubare kir: Divê kurd jî...

Rûsyayê dubare kir: Divê kurd jî...

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya kovara Panoramaya îtalî de got: "Divê kurd jî di pêşeroja Sûriyeyê de bibin xwedî rol."

A+A-

Li gor Sputnikê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya kovara Panoramaya îtalî de got: "Rûsya kurdan ji bo berjewendiya xwe bikar nayîne. Çima her kes kurdan bikar tîne û paşî davîne kêlekê. Divê kurd jî di pêşeroja Sûriyeyê de bibin xwedî rol."

 

Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pir zahmet e ez gelemperiyeke wiha bikim. Her kes wiha tevnagere. Wek mînak Rûsya di krîza Sûriyeyê de ti kes ji bo berjewendiya xwe bikar nanî û nayîne."

‘VÊ PIRSÊ YÊN JI YÊN KU FEDERASYON BI KURDAN DANE ÎLANKIRIN BIPIRSIN'

Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Vê pirsê ne ji me, ji yên ku wehda parastinê didin û hestên wan ên cudabûnê geş dikin bipirsin. Pirsê ji yên ku pêşketina artêşa Sûriyeyê li seranserê welat asteng dikin û kurdan ji bo îlankirina federasyonê gur dikin bipirsin."

‘DIVÊ KURD DI TAYÎNKIRINA PEŞEROJA SÛRIYEYÊ DE CIH BIGRIN'

Wezîrê rûsî di dawiya axaftina xwe de got: "Rûsya tim dibêje, divê kurd di tayînkirina pêşeroja Sûriyeyê de xwedî rol bin û ev helwesta me hê jî neguheriye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin