Rûsya û Esad, li ser pêkanîna komîteya destûrê li hev kir

Rûsya û Esad, li ser pêkanîna komîteya destûrê li hev kir

Serokê Sûriyê Beşar Esed û Nûnerê Serokê Rûsyê yê Taybet bi Karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin li Şamê civiyan.

A+A-

Malpera Serokatiya Sûriyê belav kir, di civînê de, behsa civîna çaralî ya Stenbolê û nehîştina astengiyan li pêş destpêkirina proseya siyasî li Sûriyê hatin kirin.

Da zanîn jî, şanda Rûsî behsa pêkanîna komîteya destûra niha kiriye û her du alî li ser nehîştina astengiyan li pêş pêkanîna wê komîtê lihev kirine.

Li ser krîza li Sûriyê 27ê Cotmehê li Stenbolê Lûtkeya çaralî ya di navbera Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkiyê de birêve çû. Di lûtkeyê li gel hemû cudakariyên di navbera van welatan de, serokên van her çar welatan li ser çareseriyên sîyasî, destûrî û mîrovî lihev kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin