
Rûsya: Firokeyên Amerîkayê Dêrezorê bomebaran dikin
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, 2 firokeyên F-15 ên artêşa Amerîkayê bi bombeyên fosforî sînorê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê bombebaran dikin.
A+A-
Serokê Navenda Çavdêriya Agirbesta Li Sûriyê ya Rûsyayê Vladimir Savçenko ragihand ku firokeyên artêşa Amerîkayê duh şemiyê (08.09.2018) bi bombeyên fosforî êrişî sînorê parêzgeha Dêrezorê kirin.
Vladimir Savçenko wiha got: “2 firokeyên F-15 ên artêşa Amerîkayê 8ê Îlonê bi bombeyên fosforî êrişî jingeha Hacînê kirin. Di encama êrişê de şewat derketiye û agahiyên derbarê kuşrî û birîndaran de jî têne zelalkirin.”
Kesekî ku dûkela fosforî hilmijîne, cigera wê diperite û ji bêhewayê dixeniqe. Di qonaxa piştî wê de jî laşe mirov ji hundir ve dişewite. Dema şewat destpê dike jî nayê vemirandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin