Rûsya dergûşa Kurdolojiyê ye. Lê, Kurd nikarin sûdê jê bibînin

Rûsya dergûşa Kurdolojiyê ye. Lê, Kurd nikarin sûdê jê bibînin

.

A+A-

 Li Rûsyayê zêdeyî ji 190 neteweyî dijîn û bi 277 ziman û zaravayan tê axaftin.

Di sîstema perwerdeyê ya Rûsyayê de zêdetirî 100 zimanî hene.

Zarok bi 24 zimanan tên perwerdekirin, 81 ziman jî wekî dersên hilbijartî tên xwendin.

Di Destûra Bingehîn a Rûsyayê de, du made parastina maf û berjewendiyên gelên xwecîhî garantî dikin.

Bi ser de qanûneke nû jî tê amadekirin ji bo pêşîgirtina windabûna zimanan.

“Ziman zû dikare xwe li gorî her hawirdoke nû biguncîne”

Serokê Enstîtuya Zimannasî û Serokê Komîsyona Amadekar ya Qanûna ser Ziman Andrey Kîbrîk got:

"Bi daxwaza Serokê Rûsyayê me konsepteke nû ya siyaseta ziman amade kiriye.

Eger dewlet di hemû astan de piştigiriyê bide vê belgeyê û eger di encamê de ew zimanên ku ketine rêya tunebûnê, xurt bibin û hejmara kesên ku pê diaxivin zêde bibe, ev yek dikare bibe mînakeke pir cidî ji bo dewletên din jî.

Ziman mekanîzmayeke pir elastîk e û zû dikare xwe li gorî her hawirdoke nû biguncîne.

Loma jî divê şêwazên ragihandinê yên wekî tora komelayetî û komînîkasyona dijîtal hîn zêdetir bên bikaranîn.

Dema zimanekî xwedî amrazên wiha hebin, ev yek, şansê wî yê ji bo dahatûyê zêdetir dike."

Yûriy Dasinî akademîsyenekî Kurd e. Kursa zimanê Kurdî ku bi destpêşxeriya wî hatibû vekirin tevî ku qanûn rê didin heta li dibistanan jî perwedeya bi zimanê zikmakî bê rêkxistin, tenê 3 salan berdewam kir.

“Mamoste û programên me hebûn lê em mecbûr man kursên Kurdî bigirin”

Doktorê Zanistên Siyasî û çalakvanê civakî Yûriy Dasinî wiha anî ziman:

"Mamosteyên me hebûn, programên me hebûn, her tiştê me hebû.

Yanî, me ziman di asta profesyonel de ders dida. Piştgirî tune bû.

Carek ji aliya ofîsa nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê ya li Rûsyayê Danar Mistefa alîkarî hat kirin, ji Fona Barzanî.

Paşê mecbûr bûm sala 2022yan min ev kurs girt. Vê gavê li Rûsyayê, li gorî zanebûna min, dersê zimanê Kurdî li ti cihî nînin.

Yanî, ji bo çi nînin, ez nikarim bêjim. Ez bawer dikim pirsgirêkên fînansî ne."

“Li Rûsyayê zêditirî 65 hezar Kurd dijîn”

Li gorî amarên fermî, li Rûsyayê dora 65 hezar Kurd dijîn, her çend hejmara rastî 2- 3 caran zêdetir e.

Lê tevî ku Rûsya wekî dergûşa Kurdolojiyê jî tê zanîn, Kurd nikarin ji vê nîmetê sûdê wergirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin