Rûsya: Cihê ku Amerîka bihêle bila Esed bikeviyê

Rûsya: Cihê ku Amerîka bihêle bila Esed bikeviyê

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê got, pêwîste cihê ku Amerîka vala bike hêzên hikûmeta Sûriyê bikevinê.

A+A-

Zaxarovayê wiha axivî: “Pirsa ku dê kî bikeve şûna hêzên Amerîkayê derdikeve. Dema em hiqûqa navdewletî û pêvajoya gelê Sûriyê tê de derbas dibe berçav dikin, divê yê cihê Amerîkayê dagire Sûriye be.”

 

Daxuyaniyeke din li ser vê yekê ji Îranê hat.

 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zerîf bang li Tirkiyê kir ku heger operasyonekê li ser Rojhilatê Çemê Firatê bike, divê bi kordînasyon û haydarkirina rêveberiya Esed bike.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Zerîf got, dê operasyona Tirkiyê bêyî erêkirina rêveberiya Sûriyê ti çareseriyekê ji krîzê re neyîne û wiha pê de çû: “Divê ev operasyon piştî pêkanîna kordînasyona pêwîst a ligel dewleta Sûriyê pêk were.”

(peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin