Rojnameya Elman Neus Deutschland bi Kurdî manşên avêt: Tu ne bi xêr tê Erdoğan

Rojnameya Elman Neus Deutschland bi Kurdî manşên avêt: Tu ne bi xêr tê Erdoğan

Serdana Erdoğanî bo Elmanyayê di çapemeniya Elmanî de bi berfirehî bi cih girt. Ya herî balkêş Rojnameya Neus Deutschland bû ku bi kurdî manşêt avêt û got: Tu ne bi xêr tê Erdoğan!

A+A-

Rojnameya Neus Deutschland a rojane, hejmara xwe ya îro bi manşeta bi kurdî ''Tu ne bi xêr têErdoğan" derxist û hatina wî bo Elmanyayê bi rexneyên tund şîrove kir.

Her wiha heman rojname, got divê xwarina ku bo rûmeta Erdoğanî bê dayîn, divê were boykotkirin.

Li aliyekî din kovara Der Spiegel jî bale kişand manşeta Neus Deutschlandê û got: Va ye protestoyên li dijî Erdoğanî wisa xuyan dike."

Rojnameya Die Zeit jî bi taybet bale kişand ser polîtîkayên dûrî aqilane yên Tirkiyê yên ku bi taybet li bajarên kurdan û li Sûriyê têne meşandin.

Rojnameya Die Welt jî, bale kişand ser protestoyên li dijî Erdoğanî û got piraniyamirovên nizane ku Erdoğan çi hêvî dike û dixwaze.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin