Rojnamegerê Swêdî Joakim Medin hat berdan

Rojnamegerê Swêdî Joakim Medin hat berdan

.

A+A-

 Rojnamevanê Swêdî Joakim Medinê ku bi tohmeta “heqareta li Serokkomar” û “endametiya rêxistinê”piştî 49 rojan di girtîgehê de ma, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 13an a Stenbolê hat berdan.

Joakim Medin, piştî berdana xwe ji Tirkiyeyê derket û vegeriya welatê xwe.

Joakim Medin nûçegihanê derve yê rojnameya Swêdê Dagens ETC, piştî ku 49 rojan girtî ma ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 13an a Stenbolê ve hat berdan.

Medin 27ê Adarê çûbû Stenbolê, li Balafirgeha Stenbolê hatibû desteserkirin û girtin.

Sedema desteserkirinê, di xwenîşandanên ku Kanûna Paşîn a 2023yan Stockholma li paytexta Swêdê de maketeke Recep Tayyîp Erdogan bi dar ve kiribûn, bû.

Di çarçoveya lêpirsîna ku wê demê dest pê kiribû de, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji ber ku Medin ev çalakî kiribû nûçe, biryara girtina wî dabû.

Tohmeta li dijî Medin “heqareta li Serokkomar” û “endametiya rêxistina terorê” bûn.

Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ku parastina Medin girtibû ser xwe, ragihand ku di rûniştina yekem a 30ê Nîsanê de ji bo sûcê “heqaretê” 11 meh û 20 rojan ceza standiye û di heman rûniştinê de biryara berdana wî hatiye dayîn.

Rojnameger ji ber tohmeta “endametiya rêxistinê” hatibû girtin.

Dadgeha Cezayê Giran a 17an a Enqereyê, derbarê idîanameya endametiya rêxistinê ya li dijî Medin biryara bêselahiyetê da û dosya şand Stenbolê.

Bi qebûlkirina daxwaza berdanê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 13an a Stenbolê ve, Medin ji Girtîgeha Sîlîvriyê hat berdan.

Rûniştina destpêkê ya doza “endamtiya rêxistina terorê” dê 25ê Îlona 2025an li Stenbolê were kirin.

Hat ragihandin rojnameger Medin piştî ku hat berdan vegeriyaye welatê xwe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin