Rojhilat/ Gelek kes bi hinceta xebatên mezhebî hatin girtin

Rojhilat/ Gelek kes bi hinceta xebatên mezhebî hatin girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes bi tohmeta endamtiya rêxistinên îslamî-selefî û xebatên mezhebî hatin girtin.

A+A-

Li gorî agahiyên dezgeha mafên mirov ya Hengaw, di heyama çend rojên borî de gelek welatiyên kurd li bajarên Bokan, Serdeşt, Mehabad û Rebet yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber xebatên mezhebî hatin girtin.

Li gorî agahiyan, ew kurdên Rojhilatî bi tohmeta endamtî di rêxistina îslamî-selefî ya bi navê “Mekteba Quranê” hatine girtin.

Heta niha tenê nasnameya 15 kesan ji wan kesên ku hatine girtin, hatiye eşkerekirin.

Mekteba Quranê sala 1977 ji aliyê zanayekî kurd bi navê Ehmed Muftîzade ve hatiye avakirin. Muftîzade di serdema Komara Kurdistanê de endamê PDKÎ bû lê piştî ku hat girtin, di girtîgehê de hat guhertin û dest ji xebata netewî berda û bi yekcarî vegeriya nav xebatên îslamî-sunnî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin