
Rojhilat/ Bi dehan ser hespên kolberan hatin kuştin!
Di heyama çend rojên borî de bi dehan ser hesp û dewarên barberên Rojhilatî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine girtin û kuştin.
A+A-
Pasdarên Îranê tenê kolberên Rojhilatî yên ku ji ber belengaziyê neçar dimînin, barberiyê bikin, nakujin. Hesp û dewarên wan jî dikujin yan jî digirin û talan dikin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, di heyama du-sê rojên borî de li deverên Bane û Newsûd yên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan ser hesp û dewarên kolber û barberan ji aliyê pasdaran ve hatine girtin û kuştin.
Li gorî raporta Hengawê, li devera Newsûd ya bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 7 hesp hatine girtin û barên wan jî hatine talankirin. Li zozana Hucreya Feqîran ya Bane jî 22 ser hesp ji aliyê pasdaran ve hatine kuştin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin